Derbarê şewata Diyarbekirê de 4 kes hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê şewata ku li avahiyeke 13 qatî ya li navçeya Kayapinar a Diyarbekirê derketibû û di encamê de 4 endamên heman malbatê jiyana xwe ji dest dabûn, 4 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve derbarê şewata li Taxa Firatê, Kolana 566an de hatibû destpêkirin, berdewam e.
Di çarçoveya lêpirsînê de, mutehîdê avahiyê, rêveber, çavdêrê avahiyê û berpirsê kontrola avahiyê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku kar û barên gumanbaran li navenda ewlehiyê berdewam in.
Duh li avahiya 13 qatî ya li Kolana 566an a Taxa Firatê şewat derketibû û ji 17 kesên ku rakiribûn nexweşxaneyê, 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.