Feysel Sadiq: Gelek geştiyaran serdana deverên geştiyariyê yên Soranê kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Geştûguzariyê yê Soranê Feysel Sidîq ragihand, di vê Cejna Qurbanê de hejmareke gelek mezin a geştyaran serdana navçeyên geştyarî yên Soranê kirine.
Feysel Sidîq îro 7ê Hezîranê ji K24ê re got: “Di roja yekem a Cejna Qurbanê de me bawer nedikir ku ewqas geştyar bên Rêveberiya Soranê, lê xweşbextane hejmareke berbiçav serdana îdareya me kir.”
Herwiha got: "Îro ku roja duyemîn a cejnê ye jî, xelk bi girseyî berê xwe didin Rêveberiya Soranê û ev yek ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ev jî bi saya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku girîngiyeke mezin dide sektora geştûguzariyê û bûye sedem ku salane hejmareke zêde ya geştyaran serdana Kurdistanê bikin."
Derbarê paqijiya navçeyên geştyarî de, Rêveberê Geştûguzariyê yê Soranê amaje bi wê yekê kir, ew di nav hemahengiyeke berdewam de ne û got: "Me ligel tîmên hatûçûnê, jîngehê û rakirina zibil û sergoyan gotûbêj kiriye ku girîngiyê bidin paqijiyê, da ku ti dîmenekî ku nîşan bide îdareya me nepaqij e, çênebe."
Feysel Sidîq di dawiyê de tekez kir: “Lijneyên me yên çavdêriyê jî hene, çavdêriya hemû cihên giştî dikin. Ev yek ji bo parastina berjewendiyên geştyaran e. Eger em ti bûyereke nexwestî bibînin, em ê li hember wan rêkarên tund werbigirin.”