Emmar Hekîm: Divê saziyên hikûmetê ji armancên hilbijartinê dûr werin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî Emar Hekîm hişyarî da ku divê saziyên dewletê ji bo armancên hilbijartinê neyên bikaranîn. Tekez kir jî, ew ê li dijî her hewldaneke ji bo parçekirina Iraqê bisekinin.

Emar Hekîm îro 7ê Hezîranê di xutbeya xwe ya Cejna Qurbanê de got: "Hinek alî hewl didin ku di navbera me de fitneyê derxînin, yekîtiya me têk bidin û welatê me parçe bikin. Em ê hemû hewla xwe bidin da ku pêşî li parçekirina welat bigirin û wê ji şer biparêzin."

Serokê Tevgera Hîkme herwiha behsa krîzên li welat kir û got ku Iraq di nav qeyraneke kûr de derbas dibe ku yek ji wan pirsgirêka nebûna elektrîkê ye.

Derbarê hilbijartinên pêş de, Hekîm da zanîn ku xula niha ya parlamentoyê di dawiya vê salê de bi dawî dibe û amadekariyên ji bo gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê dest pê kirine. Wî ev yek wek nîşaneya başbûn û îstiqrara sîstema siyasî ya di ezmûna demokrasiya Iraqê ya 22 salên borî de bi nav kir.

Hekîm tekez kir: "Îro pêwîstiya Iraqê herî zêde bi saziyên hikûmetê heye ku xema wan xizmetguzarî û geşepêdana stratejîk be, dûrî nakokî û pêşbaziya dijwar a hilbijartinan. Ev tekane rêya parastina baweriya dengderan û pabendbûna wan bi vebijêrka hilbijartinê û guhertina bi rêya sindoqên dengdanê ye."

Ev xutbeya Hekîm di demekê de hat ku Sunneyên li Iraqê û welatên din duh Înê 6ê Hezîranê Cejna Qurbanê pîroz kirin, lê Şîeyan îro 7ê Hezîranê, wek yekem roja cejnê diyar kirin. Ji sala 2003yan ve, nakokiya li ser destnîşankirina yekem roja cejnên Remezan û Qurbanê di navbera aliyên Sunî û Şîe yên Iraqê de berdewam e û pir caran cejnên wan di du rojên cuda de tên pîrozkirin.