Kitêba 'Xanimên Navdar ên Kerkukê' hat belavkirin

Kitêba Xanimên Navdar ên Kerkûkê
Kitêba Xanimên Navdar ên Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîserê kitêba "Xanimên Navdar ên Kerkukê" Ebdilstar Ezîz îro (Yekşem, 8ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Ev kitêba yekê ya li ser dîroka Kerkukê ye ku girêdayî jinan be, bergê yekê yê vê kitêbê ji 164 rûpelan pêk tê."

Ebdilstar Ezîz got, “Di vê kitêbê de 36 jin di hemî waran de hene, warên nivîsîn, huner, siyaset, civakî, Enfal.” Amaje jî da, “Ji aliyê siyasî ve Leyla Qasimî tê de ye ku sembola jinên Kurd ên têkoşer e. ji aliyê Enfalê ve Îvan tê de ye, ku di dema Enfalê de di zindanê de hatiye ser dinyayê.”

Navbirî herwesa got, “Ji aliyê nivîsînê ve Ehlem Mensûr û Hêro Kurdey tê de ne ku di warê nivîsînê de gelek bicisaret bûn. Di warê şêwekariyê de jî Nermîn Ehmed Asûd tê de ye ku yekem jin e ku bi şêwekar Tara Xelîlî re pêşangehek li Kerkûkê vekir.”

Nivîserê kitêba navbirî herwesa ragihand ku, navên jinên navdar di bergê yekê yê wê kitêbê de hene, û herwesa ew li ser nivîsîna bergê duyê yê wê kitêbê jî berdewam e."

Ebdilstar Ezîz amaje jî da, "Kitêba yekê li ser jinên Kurd ji aliyê Cebar Cebarî ve li sala 1969ê hatiye nivîsîn. Ev kitêb jî dibe kitêba yekê li ser jinên Kurd ên bajarê Kerkûkê."

 
 
Fly Erbil Advertisment