Dilovan Mihemed: Di vê cejnê de nêzîkî 600 kesan serdana nexweşxaneyên Hewlêrê kiriye

Dilovan Mihemed
Dilovan Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Tendirustiyê li Hewlêrê ragihand ku, di rojên cejnê de nêzîkî 600 kesan bi merema pişkinîn û wergirtina çareseriyê serdana pişkên hawarhatinê yên nexweşxaneyên wan kiriye.

Birêveberê Giştî yê Tendirustiyê li Hewlêrê Dilovan Mihemed îro (Duşem, 9ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Karê me li Hewlêrê di dema rojên cejn de jî berdewam e, ji ber ku nexweş nikarin li bendê bimînin heta ku bêhnvedan temam dibe. Yek ji wan cihan jî ku berdewam kar tê de tê kirin cihê şûştina gurçikan e, ku di her demê de dixebite û bijîşk di çar şiftan de dixebitin. Li nexweşxaneya hawarhatinê jî, eynî tiştî ye."

Dilovan Mihemed herwesa got, "Li parêzgeha Hewlêrê, me nêzîkî 525 nexweşên gurçikan hene. Ev nexweş berdewam hewceyê şûştina gurçikan in. Hin nexweş hene ku di hefteyekê de du caran hewcedarî pê heye, hinên din jî her du hefteyan carekê hewceyê şûştina gurçikan in."

Navbirî amaje jî da, “Di vê cejnê de, karê şûştina gurçikan ji bo nêzîkî 380 nexweşan li Nexweşxaneya Fêrkirinê û Nexweşxaneya Rojava hatiye kirin.”

Birêveberê Giştî yê Tendirustiyê li Hewlêrê amaje jî da ku, “Hejmara giştî ya amûrên şûştina gurçikan li parêzgeha Hewlêrê nêzîkî 80 amûran e.”

Dilovan Mihemed herwesa ragihand, "Nêzîkî 600 kesan ji bo pişkinînan û wergirtina çareseriyê serdana pişkên hawarhatinê yên nexweşxaneyan kiriye, ji bilî wan kesên ku çûne cem bijîşkên ku klînîkên derveyî nexweşxaneyê hene."

 
 
Fly Erbil Advertisment