Li Şirnexê birûsk li pez xist: 99 seriyên pez telef bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Hema yê ser bi navçeya Basayê ya Şirnexê, ji ber lêdana birûskê 99 ajelên biçûk ên gundiyan telef bûn. Parêzgariya Şirnexê ragihand, ji bo tespîtkirina ziyanê tîmên peywendîdar li cihê bûyerê ne.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, bûyer duh êvarî derdora demjimêr 16:00an li gundê Hema pêk hatiye. Di dema ku baraneke bihêz dibariya, birûskê li keriyê pez ê gundiyan da. Di encama bûyerê de 99 mih û bizin telef bûn.

Derbarê bûyerê de, Parêzgariya Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de eşkere kir ku tîmên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a parêzgehê ji bo lêkolînê sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di encama lêdana birûskê de, 99 ajelên biçûk ên 15 welatiyên me telef bûne. Ji bo tespîtkirina ziyanê xebatên fermî didomin."

 
Fly Erbil Advertisment