Erdogan: Êrîşên Îsraîlê bo ser Îranê li ser ewlehiya deverê gef in

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyê amajeyê dide, “Îsraîlê danûstandinên atomî yên di navbera Amerîka û Îranê de têk dan.” Tekezê jî dike, “Danûstandin yenake rêya çareserkirina pirsgirêkan û ragihandina aştiyê ye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) bi rêya telefonê peywendî bi Mîrê Kuweytê Şêx Meşel Cabir re kir û pê re rewşa Rojhilata Navîn û pêşhatên dawiyê yên deverê gengeşe kirin.

Erdogan herwesa got, "Êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê li ser ewlehiya deverê gef in, herwesa Îsraîlê danûstandinên atomî yên di navbera Îran û Amerîkayê de jî têk dan."

Navbirî tekez jî kir, “Danûstandin yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan û ragihandina aştiyê ye.” Herwesa got, "Hikûmeta Netanyahu bûye çavkaniya nemana tenahî û aramiyê li cîhanê."

Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment