Erdogan: Em ji bo rawestandina şerê Îran-Îsraîlê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hişyarî da ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê bandorê li hemû welatên cîran dikin û ragihand ku Tirkiye ji bo rawestandina aloziyê amade ye "her tiştê bikeve ser milê wê" bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, îro Duşemê 16ê Hezîranê derbarê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de daxuyaniyek da. Erdogan got, "Êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê, ne tenê bandorê li wî welatî dikin, belkû dê bandoreke demdirêj li ser hemû welatên cîran jî bikin, her wekî çawa êrîşên li ser Filistînê ne tenê bandor li ser çend milyon kesan kir."

Erdogan herwiha got: "Îsraîl çi zilm û karesateke li dijî mirovahiyê bike, ew dawiya xwe tîne. Ti zilmkar heta hetayê namîne û lewma dawiya zilmê tenê poşmanî ye."

Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye "ji bo rawestandina aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de amadeyî her cure hêsankariyê ye."

Di dawiya axaftina xwe de, amaje bi wê yekê jî kir ku wan ji destpêkê ve bawer dikir ku divê nakokiyên derbarê programa etomî ya Îranê de bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareserkirin.