Mihemed Îhsan: Li Iraqê gelek tişt diguherin, guhertin dê bandorê li tevahiya herêmê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şîrovekarê siyasî Dr. Mihemed Îhsan li Stenbolê derbarê aloziyên dawî yên li Rojhilata Navîn de hişyarî da û got, ev şerê ku qewimiye, ji bo Kurdan hem derfetên mezin û hem jî metirsiyên cidî bi xwe re tîne. Îhsan tekez kir ku pêwîst e Kurd yekgirtî bin û şaşiyên dîrokî yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dubare nekin.

Di konferanseke derbarê pêşhatên Rojhilata Navîn de ku îro 17ê Hezîranê, li Zanîngeha Bogaziçiyê ya Stenbolê tê lidarxistin, Dr. Mihemed Îhsan ji K24ê re axivî û got: "Pirsgirêka Kurdan li her çar parçeyan ji hev cuda ye, lewma divê em alîkariya hev bikin, hesabê paşerojê bikin û mafên xwe biparêzin. Pêwîst e em wan şaşiyên ku Kurdan piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn kirin, dubare nekin, ji ber ku bandora vî şerî ji ya Şerê Yekemîn û Duyemîn ê Cîhanê ne kêmtir e."

Îhsan destnîşan kir, derfetên pir baş ji bo her çar parçeyên Kurdistanê hene, lê di heman demê de metirsî jî hene, lewma divê Kurd xwe amade bikin. Herwiha got: "Pêtên vî şerî dê tevahiya herêmê bigirin û dê du cure bandorên wê hebin: yên demkurt û yên demdirêj."

Şîrovekarê siyasî da zanîn, bandora demkurt dê bi awayekî pir zelal li ser Iraqê diyar bibe û got: "Dibe ku gelek tişt li Iraqê biguherin. Gelek tişt dê li ser Iraqê bên ferzkirin, çawa ku li ser Îranê û welatên din hatin ferzkirin."

Dr. Mihemed Îhsan di dawiya axaftina xwe de rastiyeke girîng anî ziman û got: "Rastiyek heye, ew jî ew e ku dê guhertin li herêmê çêbibin; lewma di vê qonaxê de kes nikare behsa aştiyê bike."

 
Fly Erbil Advertisment