Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan: Hêzên ewlehiyê sîxurekî MOSSADê girt

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan a Îranî ragihand ku, hêzên ewlehiyê yên Îranê sîxurekî MOSSADê girtiye ku li nav Îranê teqemenî çê dikirin.
Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Hêzên ewlehiyê yên Îranê sîxurekî MOSSADê yê Îsraîlî girtiye ku li nav Îranê bi awayekî çalak teqemenî çê kirine.”
Ajansa navbirî amaje jî da ku, hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyoneke berfireh a ewlehiyê de cihekê çêkirina dron û teqemeniyan li parêzgeha Esfehanê keşf kiriye.
Pêştir jî hêzên ewlehiyê li bajarê ‘Rey’yê cihekî sêqatî yê veşartî eşkere kiribû ku zêdetirî 200 kîlogramên teqemeniyan tê de hebûn, tevî gelek dronên xwekuj û materyalên çêkirina wan dronan.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.