Geşta yekê ya vegera Îsraîliyan bo welatê wan li Qubrisê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Balafira yekê ya rizgarkirina Îsraîliyan ji Larnakaya paytexta Qubrisê li serê sibeha îro (Çarşem, 18ê Hezîrana 2025ê) li balafirxaneyeke Îsraîlê daket. Ev jî di çarçoveya kampanyaya "vegera ewle" de ji aliyê rayedaran ve ji bo vegerandina wan welatiyên ku li derveyî welatî asê mane hat pêkanîn.
Rojnameya Yedioth Ahronothê ragihand ku, ji bo rêwiyan rêkarên qeydkirinê zêdetir hatine hêsankirin da ku zûtir ji balafirxaneyê derkevin û zû vegerin malên xwe. Desthilata Balafirxaneyên Îsraîlê jî herwesa ji welatiyan xwest ku, ji ber rênimayên ewlehiyê ji bo pêşwazîkirina kesên ku vedigerin neçin Balafirxaneya Ben-Gurionê.
Rayedarên Îsraîlê ji ber êrîşên Îranê yên li ser balafirxaneya Ben-Gurionê asmanê welatê xwe daxistiye. Balafirxaneya Larnakayê ya Qubrisê bûye xaleke veguhastinê ya demkî ji bo geştên Îsraîlê.
Ji ber aloziyên ewlehiyê yên deverê, hêlên asmanî yên navneteweyî yên mezin ragihand ku, ew dê heta berî Îlona bê geştên xwe ji bo Îsraîlê û vegera ji bo Îsraîlê dest pê nekin.