Îranê bi mûşeka Hîpersonîk a 'Fettah' êrîşî Îsraîlê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê ragihand, di çarçoveya operasyona "Soza Rastgo 3" de, bi mûşekên nifşê nû yên "Fettah" êrîşî Îsraîlê kiriye û da zanîn ku karîbûye bi serkeftî sîstema parastina asmanî ya wî welatî derbas bike.

Supaya Pasdaran îro 18ê Hezîranê di daxuyaniyekê de pîrozbahî li fermandar û endamên hêza xwe ya asmanî kir û da zanîn ku bi bikaranîna nifşê yekem ê mûşekên Fettah, wan pêleke nû ya êrîşan pêk aniye.

Supaya Pasdaran got, mûşekên Fettah karîne "sîstema parastina asmanî ya Îsraîlê serûbin bikin" û gelek caran jê derbas bibin. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Bi van êrîşan, me peyama xwe gihand desthilatdarên Îsraîlê yên ku di nav xeyalên pûç de noq bûne." 

Herwiha Supaya Pasdaran tekez kir, “êrîşên îro îsbat kir ku kontrola me ya tam li ser asmanê Îsraîlê heye." 

Li gorî agahiyan, Îranê di vê pêla êrîşan de nêzîkî 30 mûşek avêtine Îsraîlê. Berdevkê operasyonê Îman Tacîk jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, operasyonên wan ên li dijî Îsraîlê dê bi awayekî qonax bi qonax berdewam bikin.

Taybetmendiyên Mûşeka Hîpersonîk "Fettah"

Mûşeka "Fettah" ku yekem car di van êrîşan de bi awayekî berfireh hat bikaranîn, wek çekeke stratejîk a Îranê tê dîtin. Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Îranê ve hatine belavkirin, ev taybetmendiyên wê yên sereke ne:

Cure: Mûşekeke balîstîk a hîpersonîk e (ji leza deng gelek bileztir e).

Dîroka Çêkirinê: Ji aliyê Artêşa Pasdaran ve di sala 2023an de hatiye pêşxistin.

Lez: Leza wê digihîje 5 qatê leza deng (Mach 5), ku dike 6100 kîlometre di saetekê de.

Dûravêjî: Dikare armancên xwe di navbera 1400 û 1500 kîlometreyan de pêk bîne.

Pîvan: Dirêjahiya wê 13 metre û giraniya wê di navbera 350 û 450 kîlogramî de ye.

Motor: Bi sotemeniya req (cemidî) dixebite, ku ev yek amadekarî û avêtina wê hêsantir dike.

Şiyan: Xwedî şiyana manevrayê ya bilind e, dikare di nav û derveyî atmosferê de hereket bike û li gorî daxuyaniyan, şiyana wê heye ku xwe ji sîstemên radarê yên dijminan veşêre û derbas bike.

 
Fly Erbil Advertisment