Mesrûr Barzanî: Roleke girîng a Metran Mar Pols di alîkariya koçberan de hebû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Metranê Ebrîşiya Elqûş a Keldanî, Mar Pols Sabit Hebîb, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Hezîranê, bi peyameke fermî sersaxî li malbat û kesûkarên Metran Mar Pols Sabit Hebîb û tevahiya civaka Xiristiyanên Kurdistanê kir.
Di peyama xwe de ku ji Patrîk Kardînal Mar Luîs Rafael Sako, Serokê Dêra Keldanî ya Cîhanê re şandibû, Serokwezîr Barzanî sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata koçkirî, Patrîk Sako û Dêra Keldanî kir.
Serokwezîr Barzanî di peyamê de amaje bi rola Metran Mar Pols kir û wiha got: "Metranê koçkirî, ligel saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roleke girîng di xizmetkirina wan Xiristiyanên koçber de lîst, ku ji destê terorîstên DAIŞê berê xwe dabûn Kurdistanê."
Di dawiya peyamê de, Serokwezîr Barzanî ji Xwedêyê mezin hêvî kir ku giyanê wî şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û kesûkarên wî.