Endamên Dadgeha Federalî dest ji kar kişandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêşhateke neçaverêkirî de, îro 9 endamên Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê dest ji kar kişandin. Ev destjikarberdan tam di roja civîna girîng a dadgehê de hat ku biryar bû derbarê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de biryarekê bide.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê li Bexdayê, şeş endamên sereke û sê endamên yedek ên Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, îro 19ê Hezîranê dest ji karê xwe kişandin.
Ev destjikarberdana komî di rojeke gelekî hestiyar de pêk hat, ji ber ku biryar bû Dadgeha Federalî îro derbarê pirsgirêka mûçe û mafêb darayî yên Herêma Kurdistanê de bicive û biryarekê derbarê jinûve destpêkirina şandina wan de bide.
Hêviyên Hikûmeta Herêmê
Ev civîn piştî wê yekê dihat, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh ragihandibû, wan nameyek ji Dadgeha Federalî re şandiye û tê de nedestûrîbûna biryara Wezareta Darayî ya Federal a ji bo birîna mûçeyan destnîşan kiriye.
Serokwezîr Barzanî hêviya xwe anîbû ziman û gotibû: "Em hêvîdar in Dadgeha Federalî di bersiva nameya me de biryareke erênî û di berjewendiya xelkê Kurdistanê de bide, bi taybetî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe yên destûrî bi cih anîne û dixwaze di berdêla wê de rêz li mafên wê yên destûrî bê girtin û şayisteyên wê yên darayî bên şandin."