Amerîka bang li welatiyên xwe dike: Bi ti awayî serdana Iraqê nekin
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û Konsulxaneya wê ya Giştî ya li Hewlêrê hişyariyeke tund dan welatiyên Amerîkî û daxwaz ji wan kirin ku ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîlê de serdana Iraqê nekin. Herwiha bang li welatiyên xwe yên li Iraqê kirin ku ji cihên qerebalix dûr bikevin.
Balyozxaneya Amerîkayê îro 21ê Hezîranê, bi hevkariya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê, peyameke lezgîn arasteyî welatiyên Amerîkî kirin, ku ev hişyarî di çarçoveya şerê berdewam ê di navbera Îran û Îsraîlê de tê dayîn.
Balyozxaneyê eşkere kir, Wezareta Derve hişyariya geştê derxistiye "Asta Çarem" û dirûşma "Geştê Nekin" ji bo Iraqê bilind kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Divê welatiyên Amerîkî bi ti sedemî serdana Iraqê nekin."
Ji bo welatiyên Amerîkî yên ku niha li Iraqê ne, balyozxaneyê daxwaz ji wan kir ku ji komcivînên mezin û cihên qerebalix dûr bikevin. Herwiha hat xwestin, her tim mobîlên xwe şarckirî bihêlin û ji bo agahdarkirina malbat û hevalên xwe li ser rewşa xwe, pêwendiya xwe bi wan re neqetînin.
Di dawiya daxuyaniyê de, Balyozxaneya Amerîkayê û konsulxaneya wê ya li Hewlêrê ragihandin, ji bo demekê xizmetên rûtîn ên vîzeyê hatine rawestandin, lê deriyên wan ji bo xizmetên konsulî yên ji bo welatiyên Amerîkî vekirî ne.