Konsulê Urdinê ji Mesrûr Barzanî re: Çaksaziyên Kabîneya Nehem cihê şanaziyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 22ê Hezîranê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Şahnişîna Urdinê li Herêma Kurdistanê Fuad El-Mecalî kir, bi boneya bidawîhatina erkê wî.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Serokwezîr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Urdinê kir, ji bo hewl û xebatên wî yên di dema erka wî de ji bo bihêzkirina pêwendiyên dualî. Herwiha hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwendiyên dostane û taybet ên di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de kir û spasî û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya berdewam a Şah Ebdullahê Duyem ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Urdinê Fuad El-Mecalî ragihand, destkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî çaksaziyên Kabîneya Nehem di warên cuda de, cihê şanaziyê ne.
El-Mecalî herwiha spasiya hevahhengî û hevkariya saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di serxistina kar û erkên wî de alîkar bûne.