Erdogan: Em êrîşên li ser Îranê û ewlehiya herêma xwe qebûl nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de helwesta welatê xwe nîşan da û ragihand, ew li dijî her êrîşeke ser Îranê û serweriya wê ne. Erdogan destnîşan kir, ew bi hemû dezgehên xwe ve hewl didin pêşî li karesateke mezintir bigirin.
Erdogan îro 23ê Hezîranê di daxuyaniyekê got: “Em hewleke mezin didin ku êrîşa Îsraîl û piştevanên wê bo ser Îranê nebin sedemê karesateke mezintir. Êrîşên li dijî serweriya Îranê û ewlekariya navçeyê, ji aliyê kê ve dibe bila bibe, em tu carî qebûl nakin û em ê bi awayekî eşkere bertekên xwe nîşan bidin.”
Erdogan di heman demê de peyamek ji bo gelê Tirkiyeyê jî şand û tekez kir, ji bo parastina welat hemû tedbîr hatine girtin: “Bila miletê me dilniya be, ji bo ku ti ziyan negihîje 86 milyon mirovên me, çi pêwîst be me kiriye û em ê bikin.”
Ev daxuyanî piştî hevdîtina Erdogan a bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî re hat. Hevdîtin roja Şemiyê 21ê Hezîranê li Stenbolê di çarçoveya 51emîn Civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de pêk hatibû.
Di wê hevdîtinê de jî Erdogan tekez kiribû, welatê wî weke ku li dijî êrîşên ser Xezze, Libnan û Sûriyeyê helwest nîşan daye, bi heman awayî li dijî êrîşên ser Îranê jî disekine. Serokomarê Tirkiyeyê herwiha got, wan ji bo kêmkirina aloziyan û vegera li ser dîplomasiyê destpêşxerî kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herêm êdî nikare şerekî nû rake.”