Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Urdinê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Hezîranê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Şahnişîna Urdinê Fuad Xazir Mecalî kir.

Di hevdîtinê de, ku bi mebesta xatirxwestinê û bi boneya bidawîbûna karê wî bû, Konsulê Giştî yê Urdinê spasiya rola Serok Barzanî ya di kûrkirina dostanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê wî de kir. 

Macalî herwiha rola Serok Barzanî ya di pêkanîna ewlehî û aramiyê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê de bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî destxweşî li kar û hewlên Konsulê Urdinê kir ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera herdu aliyan de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê bê de jê re xwast.

 
Fly Erbil Advertisment