Îranê 700 kes bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê girtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îranê ragihand, di dema şerê 12-rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de, 700 kes bi tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê hatine girtine. Herwiha hat eşkerekirin ku sê kes jî bi tohmeta sîxuriya ji bo "Mossad" hatine bidarvekirin.

Li gor Ajansa “Mehr” a Îranê, "Ji destpêka êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê ve, tora sîxuriyê ya Îsraîlê li welat gelek çalak bû û dezgehên hewalgirî û ewlehiyê yên Îranê di nava 12 rojan de zêdetirî 700 kes desteser kirin."

Li gor heman ajansê, piraniya kesên hatine girtin ji parêzgehên Kirmaşan, Isfehan, Xûzistan, Fars û Loristanê ne. Heta niha derbarê hejmara kesên li parêzgeha Tehranê hatine girtin de, ti amarên fermî nehatine eşkerekirin.

Di nav tohmetên ku li kesên hatine girtin hatine kirin de; rêvebirin û çavdêrîkirina firokeyên biçûk û dronên xwekuj, çêkirina bombeyên destçêkirî, kişandina wêneyên cihên leşkerî yên hestiyar û şandina zanyariyan ji bo artêşa Îsraîlê hene.

Ji aliyê din ve, Ajansa “Mîzan” a ser bi Desthilata Dadwerî ya Îranê ve ragihand, roja duh Çarşemê, sê kes piştî ku bi tawana sîxuriya ji bo Mossadê û qaçaxçîtiya amûrên ku di "kiryarên terorîstî de" tên bikaranîn hatibûn darizandin, hatin bidarvekirin.

Hat destnîşankirin, ev amar li ser bingeha raporên fermî yên sazî û dezgehên ewlehî û dadwerî yên Îranê hatine belavkirin û dosyayên welatiyên biyanî yên ku hatine girtin li xwe nagire.

 
Fly Erbil Advertisment