Viyan Husên bi hunera xwe çîrokên jinên Kurd vedibêje

London (K24) – Şêwekara Kurd Viyan Husên, ku ji ber şer neçar maye ji Efrînê koçber bibe, niha li Brîtanyayê bi rêya tabloyên xwe yên taybet çanda Kurdî û berxwedana jinan nîşanî cîhanê dide û nîvê dahata firotana tabloyan ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê terxan dike.

Şêwekara Kurd a ji Efrînê Viyan Husên li paytexta Brîtanya, Londonê, bi rêya pêşangeh û karên xwe yên hunerî, hewl dide bibe dengê jinên Kurd û êş û berxwedana gelê xwe, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, bîne ziman.

Viyan Husên ji ber şerê li Sûriyê neçar maye ji welatê xwe derkeve û niha li Brîtanyayê dijî. Wê li zanîngehê beşa "Dîzayna Navxweyî" (Interior Design) xwendiye, lê belê dilsoziya wê ya ji bo çand û doza gelê wê, ew ber bi cîhana hunera şêwekariyê ve kişandiye.

Armanc: Dengê jinên Kurd bigihêje cîhanê

Viyan ku beşdarî pêşangeha Akademiya Londonê ya Aborî û Zanistên Siyasî bûye û armanca karên xwe wiha ji K24ê re şîrove dike: "Armanca min ew e ku ez dengê jinên Kurdî li pêşangehên Ewropayê û cîhanê bidim nasîn. Ez dixwazim behsa rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bikim, bi taybetî behsa jinên Efrînê û dengê wan bigihînim her derê."

Heya niha, Viyan beşdarî şeş pêşangehên hunerî bûye û bi rêya karên xwe çîrokên ku nayên gotin, vedibêje.

Neqşên Kurdî li şûna rûyê jinan

Taybetmendiya herî berbiçav a karên Viyanê ew e ku di portreyên jinên Kurd de, li şûna ku rûyê wan xêz bike, neqş û qenewîçên Kurdî yên kevneşopî bikar tîne. Derbarê vê teknîka xwe ya taybet de, ew dibêje: "Di tabloyên xwe de, ez li şûna rûyê jinên Kurd, neqşan bikar tînim, ji ber ku ev beşeke girîng a çanda me ye."

Ev şêwaz hem nasnameya çandî ya Kurdî diparêze, hem jî amaje bi wê yekê dike ku çîroka her jineke Kurd, çîroka gelek jinên din e ku rûyê wan veşartî maye. Di hin tabloyên din de wêneyên jinên bihêz ên dîrokî yên weke Hepsa Xan û herwiha portreyên jinên şervan jî xêz kirine.

Nîvê dahatê ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê ye

Viyan Husên ne tenê bi hunera xwe peyamê dide, lê di heman demê de piştgiriyeke madî jî pêşkêş dike. Weke ku ew bi xwe jî diyar dike, nîvê dahata ku ji firotina berhemên wê tê bidestxistin, rasterast ji bo alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî ji bo malbat û koçberkiriyên Efrînê, tê şandin.

Bi vê yekê, Viyan Husên ne tenê weke hunermendekê, lê herwiha weke çalakvanekê ku pirekê di navbera diyaspora û welat de ava dike, xwe dide naskirin.