Sûriye: Nêzîkî 3 milyon hebên Kaptagon hatine desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaxa Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir li gundewarê Şamê, bi hevkariya Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ya li herêma Nebekê, dest danî ser nêzîkî 3 milyon hebên Kaptagon û 50 kîlogram heşîşê.
Ajansa “SANA” a Sûrî belav kir, ev operasyon piştî şopandin û taqîbkirina şebekeyeke bazirganî û qaçaxçîtiya madeyên hişbir pêk hat. Hat diyarkirin ku torê ev madeyên hişbir ji Libnanê bi rêyên neyasayî ji herêma sînorî ya Ceracîrê derbasî Sûriyê dikirin.
Rêveberê Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir, Emîd Xalid Îd, di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Wezareta Navxwe ve hat belavkirin, ragihand: "Piştî şopandineke hûr û berdewam, me kemîneke bihêz li ser yek ji rêyên ku şebekeyê bi kar dianî danî. Di encamê de pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û endamên torê de derket."
Îd da zanîn, endamên torê karîne birevin û otomobîla xwe li pey xwe hiştine. Piştî pişkinîna otomobîlê, dest hat danîn ser nêzîkî 3 milyon hebên Kaptagon û 50 kîlogram heşîş.
Herwiha hate destnîşankirin, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, rêkarên yasayî li hemberî kesên têkildar hatine girtin û xebat ji bo girtina kesên reviyayî berdewam e.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Emîd Xalid Îd tekez kir: "Em ê rê nedin ku axa Sûriyeyê bibe korîdor an stargehek ji bo operasyonên qaçaxçîtiya madeyên hişbir. Rêveberiya me bi hemû hêza xwe karê xwe didomîne, da ku vê belayê, ya ku di salên borî de di bin desthilata berê de ziyaneke mezin gihandibû civakê, ji holê rake."