Agirbest hêviyê dide gundên sînorî: Jiyan dîsa vedigere Keşanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî salên şer û wêraniyê, xelkê gundê Keşanê yê li parêzgeha Dihokê vedigerin ser cih û warên xwe, xaniyan ava dikin û hêvî dikin ku dengê çekan bi yekcarî bêdeng bibe.

Piştî destpêkirina proseya aştiyê û agirbesta di navbera Tirkiye û PKKê de, jiyan hêdî hêdî vedigere gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê. Gundê Keşanê, ku ser bi qezaya Batîfa ve ye û nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye, bûye mînakeke berbiçav a vê hêviyê. Gundiyên ku bi salan ji ber şer cih û warên xwe terikandibûn, niha vedigerin û dest bi avakirina malên xwe û şênkirina zeviyên xwe dikin.

Gund ji nû ve tê avakirin

Gundê Keşanê ji 31 malan pêk tê. Ji ber şer û pevçûnên salên borî, nêzîkî 20 mal hatibûn terikandin û gund hema hema vala bûbû. Lê niha, bi vegera aramiyê re, zêdetirî 10 malbat vegeriyane ser cihên xwe.

Welatiyên gund bi kelecaneke mezin dest bi avakirinê kirine. Niha li gund 15 xaniyên nû tên avakirin û xelk rez û baxçeyên xwe ji nû ve şên dikin. Ev tevgera avadaniyê, bi zêdebûna hejmara malbatên ku vedigerin, roj bi roj berfirehtir dibe.

Welatî: Berê em ditirsiyan, niha em bi aramî dijîn

Gundiyên Keşanê bi kêfxweşî behsa rewşa nû dikin. Welatî Hadî Keşanî: "Berê me nedikarî em werin vir, lê niha em heta saetên dereng ên şevê jî li vir dimînin û karê xwe dikin. Ti pirsgirêk nîne."

Welatiyekî din ê bi navê Ebdulkerîn Ferhan ku dest bi avakirina mala xwe kiriye, dibêje: "Ev sal ji hemû salên borî xweştir e. Êdî ewlehî heye. Xelk vedigerin û gundê xwe ava dikin."

Her çend proseya aştiyê hîn bi temamî neketibe warê cîbicîkirinê û carinan dengê teqînê li hin deverên sînorî tê bihîstin jî, aramiyeke berbiçav li herêmê heye. Welatî hêvî dikin ku ev proseya aştiyê bi temamî serbikeve û dengê teqîn û çekan bi yekcarî bêdeng bibe, da ku ew karibin bi aramî li ser axa xwe jiyana xwe bidomînin.