Melayekî Iraqî li gundewarê Idlibê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, li gundewarê Idlibê, melayekî Iraqî ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin. Ev bûyer, weke kuştina duyemîn a welatiyên Iraqî di nava 24 saetên dawî de tê tomarkirin.

Li gorî daxuyaniya rewangehê, duh 28ê Hezîrana 2025an, çend çekdarên nenas ku li ser motorsîklêtê bûne, li gundê Kiftînê gule li melayekî Iraqî reşandine û ew kuştine. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê, êrîşkar ber bi cihekî nediyar ve reviyane.

Ev êrîş çend roj piştî kuştina kesekî din ê bi navê "Ebû Ayşe El-Iraqî" pêk tê. Ebû Ayşe jî li gundê Ezmarîn ê li gundewarê rojavayê Idlibê, bi heman şêweyî ji aliyê du çekdarên li ser motorsîklêtê ve hatibû kuştin.

Heta niha ti grûpekê berpirsiyariya tîrorkirina van her du Iraqiyan negirtiye ser xwe.

Bûyera kuştina mela, weke duyemîn bûyera kuştinê di nava 24 saetan de hat tomarkirin. Duh êvarê jî zilamekî bi temen ê Iraqî li herêma Seyîde Zeynebê bi kêran hatibû kuştin.