Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 150 şewat derketine: 25 gund hatine valakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, pêleke berfireh a şewatan rû daye û di nava 48 demjimêrên dawî de 150 şewatên cuda derketine. Ji ber metirsiya agir, heta niha 25 gund bi temamî hatine valakirin û hewlên ji bo vemirandina agir li erd û esmanî berdewam dikin.
Li navçeya Akhisarê ya Manisayê, şewateke mezin a ku duh nîvro dest pê kiribû, her ku diçe belav dibe. Bi dehan firoke, helîkopter û tîmên agirkujiyê ji bo kontrolkirina şewatê dixebitin. Ji ber belavbûna agir, 10 gundên li herêmê hatin valakirin.
Herwiha, ji ber şewateke din a mezin a li parêzgehên Bîlecîk û Sakaryayê, 16 gund hatine valakirin û li gorî agahiyên destpêkê, gelek gund tevî malan bi temamî şewitîne.
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli ragihand, di 24 saetên dawî de 83 şewat derketine û nêzîkî 70 şewatên ku duh dest pê kiribûn hîn jî nehatine kontrolkirin.
Agir ne tenê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê, lê li daristanên Bakurê Kurdistanê jî belav bûye. Li parêzgehên Mereş, Dîlok, Şirnex û Mêrdînê şewatên mezin derketine û ziyaneke mezin gihandiye zeviyên çandiniyê û daristanan.
Li gorî jîngeparêz û pisporan, sedema sereke ya van şewatên mezin kêmasî û têkçûna sîstema bergiriya li dijî agir e. Pispor balê dikişînin ser sedemên wekî nebûna perdekirina daristanan bi darên bergir, çênekirina "bendavên kesk" di nav daristanan de, zêdebûna çalakiyên mirovan û şewitandina bi zanebûn.
Berpirsê Rêxistina Daristanan a Tirkiyeyê jî tekez dike, sîstemên berê nikarin bersivê bidin guherîna keşûhewayê. Herwiha got, "Pileyên germê bilind bûne, ba bi hêz e, û baran kêm bûye." Wî destnîşan kir ku ji ber van guherînan, pêwîstî bi stratejiyên nû û sîstemên parastinê yên hevçerx heye.