Hewlêr: Haleteke din a Taya Xwînberbûnê hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hewlêrê ragihand, welatiyekî 47 salî yê ku karê kirîn û firotina ajelan dike, bi nexweşiya Taya Xwînberbûnê ketiye û niha li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.
Di daxuyaniyeke fermî de ku îro Yekşemê, 29ê Hezîranê hat belavkirin, Tenduristiya Hewlêrê diyar kir, welatiyê navborî niştecihê taxa Fermanberan a bajarê Hewlêrê ye û li meydana ajelan karê bazirganiya lawiran dike. Herwiha wek goşfiroşekî gerok jî li malan ajelan serjê dike.
Li gorî daxuyaniyê, nexweş di 21ê vê mehê de nîşanên nexweşiyê lê xuya bûne, ku di nav de serêş, zikêş û tayeke bilind hebûne. Piştî ku li çend klînîkên taxan çareserî wergirtiye, lê rewşa wî ber bi xirabûnê ve çûye, ew rakirine nexweşxaneyê.
Piştî ku ji bo wî pişkinînên pêwîst hatine kirin, gumanên tûşbûna bi Taya Xwînberbûnê li ser wî çêbûne. Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku encamên pişkinînan pozîtîf derketine û niha nexweş li nexweşxaneyê di bin çavdêriya tund a pisporên nexweşiyên hundirîn de çareseriyê werdigire.