Balyozê Amerîkayê: Şerê Îran-Îsraîlê rê li ber "Rojhilata Navîn a nû" vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê û Balyozê wî welatî li Tirkiyeyê Tom Barrack ragihand, şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, zemînê ji bo "Rojhilata Navîn a nû" amade dike. Barrack da zanîn ku asayîkirina têkiliyan di navbera Îsraîl, Sûriye û Libnanê de êdî pêwîst e.
Derbarê şerê Îran-Îsraîlê de, Barrack di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Anadoluyê de got: "Tiştê ku vê dawiyê di navbera Îsraîl û Îranê de qewimî, ji bo me hemûyan derfetek e ku em bibêjin: Rawestin, em rêyeke nû vekin." Herwiha herwiha destnîşan kir, "Tirkiye di vê rêya nû de faktorekî sereke ye."
Dîplomatê Amerîkî diyar kir, ew li bendê ye agirbesta li Xezzeyê di demeke nêzîk de pêk were û got: "Rojhilata Navîn ji bo diyalogeke nû amade ye. Gel ji heman awazî westiyane û ez bawer im hûn ê bibînin ku bi başbûna rewşa Xezzeyê re, her kes vedigere ser Peymanên Îbrahîmî."
"Pêwîst e Sûriye û Libnan bi Îsraîlê re lihev bikin"
Li gorî Barrack, piştî şerê dawî, pêwîst e ku di navbera Îsraîl, Sûriye û Libnanê de peymanên aştiyê werin kirin. Herwiha got: "Serokê Sûriyeyê yê Demkî, Ehmed Şera eşkere kir ku ew ji Îsraîlê nefretê nake û li ser sînor aştiyê dixwaze. Ez bawer im ev yek dê bi Libnanê re jî çêbibe. Peymanek bi Îsraîlê re pêwîst e."
"Pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re dê werin çareserkirin"
Barrack herwiha amaje bi pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de jî kir û got, nakokiyên li ser bernameya firokeyên F-35 û cezayên Amerîkayê yên li ser Enqereyê, dikarin "heta dawiya salê" werin çareserkirin. Li gor wî, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê fermanê bidin wezîrên xwe yên derve ku "ji bo vê yekê çareseriyekê bibînin."
Amerîkayê di sala 2020an de ji ber kirîna sîstema berevaniya asmanî ya S-400 a Rûsyayê, ceza li ser Tirkiyeyê, ku hevpeymana wê ya NATOyê ye, sepandibû. Washingtonê herwiha Enqere ji bernameya firokeyên F-35 derxistibû, bi hinceta ku sîstema S-400 dikare rê bide Rûsyayê ku derbarê şiyanên van firokeyan de agahiyên îstixbaratî kom bike.