Li Der’a û ser sînorê Libnanê bi milyonan hebên hişber hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê di du operasyonên cuda de li parêzgeha Der’ayê û ser sînorê Libnanê, dest danîn ser hejmareke mezin a madeyên hişber ku ji bo qaçaxçîtiyê hatibûn amadekirin. 

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), Şaxa Rûbirûbûna Madeyên Hişbir duh 29ê Hezîranê li Der’ayê, avêt ser çend embarên li rojhilatê parêzgehê. Di encama operasyonê de, dest li ser milyonek û 700 hezar hebên Keptagonê hat danîn ku ji bo derxistina derveyî Sûriyeyê hatibûn veşartin.

Di bûyereke din de, Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê roja Şemiyê ragihandibû, li ser sînorê Sûriye-Libnanê, barkêşiyeke madeyên hişber ku ji Libnanê dihat, hatiye desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di barkêşiyê de 500 hezar hebên Keptagonê, 500 lewheyên heşîşê û 165 kîlogram heşîş hatin girtin.

Wezaretê herwiha da zanîn, du kesên bi vê bûyerê re têkildar in, hatine girtin û ji bo darizandinê ew radestî aliyên dadwerî yên pêwendîdar kirine.