Dogan Erbaş, parêzerê berê yê Ocalan hat berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Dogan Erbaş, Parêzerê berê yê Rêberê PKKê Ebdullah Ocalan û Serokê berê yê Şaxa Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî ku Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê cezayê wî hilweşand, hat berdan. 

Dogan Erbaş, di dema ku Serokê Şaxa Stenbolê ya HDPê bû, bi tometa "endamtiya PKKê" û "bangeşeya rêxistinê" hatibû girtin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve 15 sal cezayê zîndanê lê hatibû birîn.

Piştî ku doz ji bo nirxandinê çû Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, dadgehê biryara cezakirinê hilweşand. Li ser vê yekê, Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê careke din li dozê nêrî û di danişîna îro de biryara berdana Doğan Erbaş da.

Danişîna bê ya dozê dê di 23ê Cotmehê de were lidarxistin.

Erbaş di Hezîrana 2023an de hatibû girtin.