HSD'ê li Kampa Holê endamekî DAIŞ'ê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, di operasyoneke ewlehiyê de li Kampa Holê, endamekî şaneyên DAIŞ'ê hatiye girtin. 

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSD'ê, endamê DAIŞ'ê yê hatiye girtin, navê wî Sebah Hemadî El-Ciyad e û bi nasnavê "Ebî Ebûd" tê naskirin. 

Hate diyarkirin, Ebî Ebûd li nava kampê ji bo rêxistinê dixebitî, hewl dida endamên nû tevlî bike û berê jî li Iraqê li dijî artêşa Iraqê şer kiribû.

Di dema girtinê de, telefoneke ku ji bo pêwendiya bi rêxistinê re bikar dianî, ligel wî hat dîtin.

HSD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, ew ê ji bo parastina ewlehiya herêmê û tunekirina şaneyên terorê xebatên xwe bidomînin.

 
Fly Erbil Advertisment