Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê: Li Germiyanê droneke bombekirî kete xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, “Piştî nîvroya îro, li nêzî nahyeya Koksê li sinorê Germiyanê, droneke bombekirî kete xwarê.”

Berdevkê Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê Eqîd Selam Ebdilxaliq ragihandinek  parve kir û tê de got, “Seet 1:20 ê piştî nîvroya îro (Pêncşem, 03.07.2025) li nêzî nahyeya Koksê li sinorê Germiyanê, droneke bombekirî kete xwarê.”

Eqîd Selam Ebdilxaliq amaje jî da, “Tîmên Asayîşê yekser gehiştin cihê wê bûyerê û dest bi lêkolînan kir.” Herwesa got, “Ketina wê dronê ti zirarên canî nebûn. Lêkolîn jî li ser wê rûdanê berdewam in.”

Li gorî haydariyan, dirêjahiya wê dronê du metr û nîv bûye, du mûşek pê ve girêdayî bûn û ti zirarên canî û madî nebûne ji ber ku li çolî ketiye xwarê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke ewlehiyê dane Kurdistan24ê, embara sotemeniyê ya wê dronê vala bûye. Herwesa tê texmînkirin ku beriya bigihîje armanca xwe, sotemeniya wê qediyaye.

Hate zanîn jî ku, tîmeke Asayîşa Silêmaniyê piştî wê bûyerê ji bo lêkolînên kûrtir ew drona ketî bi xwe re biriye.