Serok Barzanî serexweşiyê li Mihemed Mihsin dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koça dawiyê ya Mihsin Amêdî, Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Medalyaya Barzaniyê Nemir, Serok Barzanî serexweşiyê li kurê wî Mihemed Mihsin dike.

Baregayê Barzanî îro (Pêncşem, 03ê Tîrmeha 2025ê) parve kir, “Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawiyê ya Mihsin Amêdî, Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Medalyaya Barzaniyê Nemir, Serok Barzanî serexweşî li kurê wî Mihemed Mihsin kir.”

Mihsin Amêdî kesatiyekî welatparêz û xwediyê Medalyaya Barzaniyê Nemir bû, duhî ji ber nexweşiyekê koça dawî kir.