Hewlên vemirandina agir li Laziqiyê didomin: 14 hezar hektar zevî û daristan şewitîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Rewşên Awarte û Rêveberiya Karesatan ê Sûriyeyê Raêd Salih ragihand, şewata mezin a li daristanên parêzgeha Laziqiyê ketiye roja xwe ya şeşan û tevî hevkariya navdewletî jî têkoşîna ji bo vemirandina wê bi dijwarî berdewam e. Li gorî Salih, heta niha nêzîkî 14,000 hektar zevî û daristan şewitîne.

Raed Salih ku Serokê berê yê Rêxistina Kumên Sipî bû, îro 8ê Tîrmehê li ser hejmara xwe ya platforma “X” ragihand: "Ji bo roja şeşan li pey hev, tîmên Parastina Sivîl û agirkujiyê yên li parêzgeha Laziqiyê bi beşdariya tîmên ji Tirkiye û Urdunê ve têkoşîna xwe didomînin."

Salih herwiha da zanîn, 16 balefirên agirkujiyê yên ji Sûriye, Tirkiye, Urdin û Libnanê piştgiriya esmanî didin operasyonan û tê payîn ku di saetên pêş de hejmara firokeyan bigihîje 20an. 

Diyar kir jî, ji ber metirsiya belavbûna agir a ji ber bayê bihêz, 25 malbat ji bo parastina ewlehiya wan hatine valakirin û hatiye tekezkirin ku ti ziyanên canî çênebûne.

Salih amaje bi wê yekê jî kir, wan bi Yekîtiya Ewropayê re danûstandin kiriye û eger heye ku îro Qibris jî ji bo piştgiriyê destwerdaneke esmanî bike.

Astengiyên mezin û metirsiyên li ber tîman

Wezîrê Sûrî bal kişand ser astengiyên mezin ên ku rûbirûyê tîmên agirkujiyê dibin û got: "Em rûbirûyê kêşeyên mezin ên wekî erda çiyayî ya dijwar, nebûna xetên agir (fire lines), bayê gur, û hebûna bermayiyên mayînan û cebilxaneyên neteqiyayî ne."

Ji bo hevahengiya operasyonan, Odeya Operasyonên Hevpar 24 saetan di rewşa civînê de ye da ku demildest rewşê binirxîne û bersivdana li qadê birêve bibe.

Bi hezeran agir li seranserî Sûriyeyê

Di daxuyaniyeke din de, Salih duh amarên giştî yên şewatan aşkere kiribûn û ragihandibû, ji destpêka meha Nîsanê heta 7ê Tîrmehê, tîmên agirkujiyê li seranserî Sûriyeyê bersiv dane zêdetirî 4,000 şewatan.

Li gorî amaran:

-  Hejmara herî zêde ya şewatan, bi 789 şewatan li Helebê hatiye tomarkirin û li pey wê Laziqiye bi 601 şewatan tê.

- Ji tevahiya şewatan, 2,054 jê şewatên çandinî û daristanan bûne. Di vî warî de jî Laziqiye bi 441 şewatan di rêza yekem de û Tartûs bi 308 şewatan di rêza duyem de ye.

- Operasyonên vemirandinê bi giştî 3,744 saetên kar xwestine, ku tenê 1,400 saet jê li parêzgeha Laziqiyê bûye, ev jî dijwarî û aloziya şewatên li vê herêma çiyayî nîşan dide.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment