Tirkiyeyê dîsa ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan qebûl nekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyeyê di "Planeke Çalakiyê" de ku pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir, careke din helwesta xwe ya derbarê "mafê hêviyê" de aşkere kir. 

Enqere tekez dike, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, nikarin ji vê mekanîzmayê sûdê werbigirin û di qanûnan de ti guhertin dê neyê kirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014an de biryar dabû ku cezayê muebbeta girankirî yê bêyî egera berdanê, "mafê hêviyê" binpê dike û li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. DMMEyê ji Tirkiyeyê xwestibû ku di qanûnên xwe de sererastkirinan bike, lê ev 11 sal in ev biryar nehatiye cîbicîkirin.

Di plana nû ya bi dîroka 27ê Hezîrana 2025an de, Tirkiyeyê îdia kir ku ev girtî wek rewşeke "awerte" ne û ji mekanîzmaya berdana bişert bêpar in. Bi vê yekê, Enqere bi awayekî fermî ragihand ku ew ê daxwazên Komîteya Wezîran pêk neyne.

Helwesta hikûmetê ji aliyê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ve jî hatibû piştrastkirin, ku gotibû, "Tiştekî wisa (mafê hêviyê ji bo Ocalan) behsa xeberê nîne."

Ev plan wek bersivekê ji bo hişyariya Komîteya Wezîran tê dîtin, ku dabû zanîn eger heta Îlona 2025an gav neyên avêtin, ew ê biryareke navberê amade bikin.