Amerîka gefa sepandina cezayan û blokkirina pereyên petrola Iraqê dixwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî daye hikûmeta Iraqê ku hin kesayetî û aliyên siyasî yên Iraqê bi rêya çar keştiyan nefta Îranê bi navê nefta Iraqê difiroşin bazarên cîhanê û dahata wê radestî Îranê dikin. Amerîka gefa cezayan li Kompanyaya SOMOyê dixwe û dibêje, heke ev kes neyên girtin, dê 350 milyon dolar pereyê nefta Iraqê jî blok bike.
"Divê Iraq ji ber Îranê nekeve ber cezayên nû"
Şirovekarê aboriyê Ehmed Sercî ji K24ê re ragihand: "Cezayên Amerîkayê li ser Iraqê zêde bûne û tên cîbicîkirin, ji ber ku Iraq yek ji wan welatan e ku bi peymanan pabend nabe. Ev yek dê bandoreke neyînî li ser aboriya welat bike."
Sercî bi taybetî bal kişand ser qaçaxçîtiya nefta Îranê û got: "Ev karesat e ku hin iraqî li pişt vê yekê ne. Divê Wezîrê Neftê li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide û rê nede ku em ji ber Îranê tûşî cezayeke nû ya Amerîkayê bibin."
Parlamento dikeve ser xetê
Parlamentoya Iraqê dixwaze li ser vê mijarê lêkolîneke kûr bike, ji ber ku zêdetirî %90 dahata Iraqê xwe dispêre neftê û eger ev dahat bikeve bin metirsiyê, dê qeyraneke mezin a darayî rû bide.
Ji ber vê yekê, Komîteya Neft û Enerjiyê ya Parlamentoyê dê hefteya bê bangî Wezîrê Neftê û her du rêveberên Kompanyaya SOMO (Rêxistina Dewletî ya Bazarkirina Neftê) û Kompanyaya Veguhestinê ya wezaretê bike da ku derbarê vê qaçaxçîtiyê de lêpirsînê bike.
Endamê Komîteya Neft û Enerjiyê Sebah Subhî ev yek piştrast kir û got: "Me peywendî bi Wezîrê Neftê yê Federal re kiriye da ku were parlamentoyê û em pirsan jê bikin, ji ber ku ev qaçaxçîtî metirsiyê dixe ser hinardekirina Iraqê."