Li rojhilatê Bexdayê xwenîşandan li dijî nebûna elektrîkê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi dehan şêniyên herêma Emînê li rojhilatê Bexdayê îro (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) li dijî sîstema xirab a elektrîkê ya devera xwe xwenîşandan kir.

Medyaya Iraqê ragihand ku, şêniyên devera Emînê li rojhilatê Bexdayê xwenîşandan kir û hêrsa xwe ya li hember hikûmetê ji ber dabînkirina xirab a elektrîkê nîşan da û li kolanên wê deverê tayerên timbêlan şewitandin, herwesa daxwaza zêdekirina demên elektrîkê û baştirkirina şert û mercên elektrîkê kir.

Tevî xerciyên zêde yên hikûmeta Iraqê ji bo dabînkirina elektrîkê, ev bi salan e ku xelkê Iraqê ji ber krîza elektrîkê dinale, xasma jî di demsala havînê de ku qutbûna elektrîkê di wê demsalê de berdewam e.

Ev krîz ji ber bilindbûna nimreyên germahiyê û zêdebûna zexta li ser tora niştîmanî û bandora li ser jiyana welatiyan û xizmetên giştî dijwartir dibe. Ev jî di demekê de ye ku hikûmetê gelek caran soza çaksaziya bingehîn di vê sektorê de dane, lê rewşa elektrîkê heta niha xirabtir bûye ne ku baştir.

 
Fly Erbil Advertisment