Rapirsî: Dengên AK Partiyê dadikevin, yên CHPê zêde dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor rapirsiyeke nû ya kompanyaya PIAR, eger îro hilbijartin bên kirin, AK Partî û ÎYÎ Partî bi awayekî berçav dengên xwe ji dest didin, lê CHP û partiyên biçûk ên din dengên xwe zêde dikin. Tê gotin ku pêvajoya aştiyê ya nû bandoreke rasterast li ser vê guherînê dike.
Piştî destpêkirina "Pêvajoya Aştiyê" ya nû û ragihandina agirbestê ji aliyê PKKê ve, nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi guherînên mezin re rû bi rû maye. Kompanyaya Lêkolînê ya PIAR, bi armanca pîvandina vê bandorê, rapirsiyeke nû li seranserê Tirkiyeyê pêk anî û encamên wê bi hilbijartinên 14ê Gulana 2023an re dan ber hev.
Li gor rapirsiya ku li 26 bajaran bi beşdariya 3 hezar û 166 kesan hatiye kirin, eger îro hilbijartin bên lidarxistin, dê rêjeya dengan bi awayekî berçav biguhere.
Encamên sereke yên rapirsiyê wiha ne:
CHP: Partiya sereke ya opozisyonê CHP, bilindbûneke mezin tomar dike û dengên xwe ji %26.33 digihîne %32.5. Ev yek nîşan dide ku CHP şeş pûanan zêdetir bi dest dixe.
AK Partî: Partiya desthilatdar AK Partî ziyaneke mezin dibîne û dengên wê ji %35.61 dadikevin %30.2. Bi vê yekê, AK Partî zêdetirî pênc pûanan ji dest dide.
MHP: Hevpeymanê AK Partiyê MHP jî dengên wê kêm dibin û ji %10.07 dadikeve %8.6.
DEM Partî: Rêjeya dengên DEM Partiyê ji %8.82 dadikeve %7.7. Lê belê, ev kêmbûn bi wê yekê ve tê girêdan ku di hilbijartina borî de, ji ber doza girtinê, bi navê Partiya Çep a Kesk (YSP) ketibûn hilbijartinê.
ÎYÎ Partî: Partiya ku herî zêde dengên xwe ji dest dide ÎYÎ Partî ye. Dengên wê ji %9.68 hema hema nîvî dibe û dadikeve %4.6.
Partiyên Din: Partiyên weke Partiya Zafer, YRP, Saadet, TÎP û DEVA bi giştî dengên xwe zêde dikin, ku ev yek nîşana wê yekê ye ku beşek ji dengderên partiyên mezin berê xwe didin alternatîfên nû.
Li gorî zanyariyan, pêvajoya aştiyê û rojeva siyasî ya nû bûye sedem ku gelek dengder ji helwesta xwe ya di hilbijartinên borî de poşman bibin û eger îro derfet hebe, dê bi awayekî cuda dengê xwe bidin. Ev rapirsî jî weke delîla vê guherîna mezin a di nava raya giştî de tê nirxandin.