Li Siweydayê komkujî: 12 Durzî li mêvanxaneyekê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, hêzên leşkerî yên Sûriyeyê li bajarê Siweydayê bi ser mêvanxane a malbatekê de girtin û 12 sivîlên Durzî li cihê bûyerê kuştin. Ev bûyer weke gaveke gelek xeter di zêdekirina aloziya li parêzgehê de tê nirxandin.
Komkujiya li Mêvanxaneya Ridwan
SOHR'ê îro 15ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got, "Endamên wezaretên parastin û hundirîn piştî ku bi ser mêvanxaneya malbata Ridwan de li bajarê Siweydayê girtin, 12 welatî înfaz kirin."
Li gorî SOHR'ê, di êrişê de herî kêm 15 sivîlên din jî birîndar bûne û rewşa gelek ji wan giran e. Ev êriş di demekê de pêk tê ku operasyonên leşkerî li Siweydayê zêde bûne û hêzên hikûmetê bi binpêkirinên giran ên mafên mirovan tên tometbarkirin.
Li gundewarê rojavayê Siweydayê, hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê çend jin û mêr ji gundê Cerîn revandine. Çarenûsa wan nediyar e û tirs heye ku ew jî rastî kuştinên bê darizandin bên. Êrişa li ser mêvanxaneyê û bûyerên revandinê rastî şermezarkirineke berfireh ji aliyê civaka herêmî ve hatin.
Îsraîlê li hêzên Sûrî da: "Em Durziyan Diparêzin"
Her îro jî Îsraîlê êrişên asmanî birin ser hêzên rejîma Sûriyeyê û wesayîtên leşkerî yên li Siweydayê . Îsraîlê diyar kir ku ev gav ji bo parastina kêmaniya Durzî hatiye avêtin û armanc ew e ku "herêma nêzîkî sînorê me bi Sûriyeyê re bêçek bimîne."
Di daxuyaniyeke hevpar de, Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz gotin, "Em tevdigerin da ku rê li ber rejîma Sûriyeyê bigirin ku zirarê bide wan."
Bîlançoya şer û destpêka aloziyê
Ji roja Yekşemê ve, şer û pevçûn li rojavayê parêzgehê di navbera komên eşîrên “Bedo” û endamên wezaretên berevanî û navxwe yên Sûriyeyê ji aliyekî ve û çekdarên Durzî ji aliyê din ve, berdewam dikin.
Li gorî SOHR'ê, ji destpêka gera dawî ya şer ve herî kêm 116 kes hatine kuştin; ji wan 64 Durzî û 52 leşkerên Sûrî û çekdarên eşîrên Bedo ne.