Encûmena Wezîran pirsa mûçeyên karmendan û petrolê gotibêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê pirsa mûçeyê fermanberan, danûstandinên ligel Bexdayê û destpêkirina hinardekirina petrolê gotûbêj dike.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 16ê Tîrmeha 2025an, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe ya asayî lidar dixe.
Li gorî rojeva civînê, ev van xalên sereke dê werin gotûbêjkirin:
- Rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê.
- Rêya danûstandin û gotûbêjên ligel hikûmeta federal a Iraqê.
- Pêşhatên dawî yên derbarê pirsa mûçeyê fermanberan û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.