Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Berevaniyê ya Estonyayê tekezî li ser pêşxistina hevkariya hevbeş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bergiriyê yê Estonyayê Hanno Pevkur û şanda pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 16ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Sererkanê Pêşmerge jî amade bûn.

Di civînê de "pêwendiyên Estonyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê hevkariya ewlehî û berevaniyê de, û rola Estonyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de" hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo piştgirî û alîkariyên Estonyayê yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di rûbirûbûna terorê de, dubare kir. Herwiha, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina hevkariya hevbeş a di hemû waran de ligel Estonyayê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergiriyê yê Estonyayê, ligel tekezkirina li ser xwasteka welatê xwe ya ji bo berfirehkirina pêwendiyan û pêşxistina hevkariya hevbeş ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pesn û pêzanînên welatê xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê di têkbirina DAIŞê û rûbirûbûna terorê de anî ziman.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin, "pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyeyê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş" mijarên din ên civînê bûn.