Ehmed Şera: Parastina Durziyan erka me ya sereke ye û Sûriye dê yekgirtî bimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 17ê Tîrmehê di gotarekê de, Îsraîl bi hewldana "derxistina fitneyê" li Sûriyeyê tawanbar kir û destnîşan kir, bûyerên dawî yên li parêzgeha Siweydayê encama liv û tevgerên Îsraîlê yên ji bo gurkirina aloziyan bûne.
"Yekîtiya Sûriyeyê û parastina Durziyan"
Ehmed Şera tekez kir, "Civaka Durzî beşeke resen a pêkhateya niştimanî ya Sûriyeyê ye û parastina wan erka me ya sereke ye." Her wiha her hewldanek ji bo kişandina wan ber bi aliyên derve ve an jî çêkirina dubendiyeke navxweyî bi tundî red kir.
Şera got jî: "Sûriye dê nebe qada tevliheviyê û ne jî meydana parçebûnê," û diyar kir ku hewldanên ji bo perçekirina gelê Sûriyeyê dê bi vîn û yekîtiyê werin bersivandin. Herwiha tekez kir: "Dewleta Sûriyeyê dewleta her kesî ye û tenê bi rêya wê em dikarin welatê xwe ji nû ve ava bikin û ji destwerdanên derve biparêzin."
"Welat li ber du rêyan e"
Serokê Sûriyeyê diyar kir, welat li ber du rêyan e; yan rûbirûbûneke vekirî bi Îsraîlê re, yan jî xebata ji bo çaksaziya eniya navxweyî. Got jî: "Em ne ji wan kesan in ku ji şer ditirsin, lê em berjewendiya gelê Sûriyeyê li pêşiya kaos û wêraniyê digirin."
Şera da zanîn jî, wî komên xwecihî rêberên ruhanî yên Durziyan li Siweydayê erkdar kirine ku berpirsiyariya parastina ewlehiyê bigirin ser milên xwe, weke pêngavekê ji bo xurtkirina aramiya navxweyî û dûrketina ji aloziyên derve.
"Navbeynkariya herêmî rê li ber karesatekê girt"
Şera eşkere kir, navbeynkariyên Amerîkî, Erebî û Tirkî roleke diyarker di rawestandina aloziyan de lîstine û rê li ber şerekî wêranker ku dê zirar bigihanda ewlehî û aramiya herêmê girtine.
Li gorî gotina wî, destêwerdana Îsraîlê piştî wê yekê hat ku dewletê karî komên çekdar ên "li derveyî qanûnê" ji herêmê derxîne. Piştre Îsraîlê êrîşî sazî û navendên sivîl û hikûmî kir, da ku hewldanên aramkirina rewşê têk bibe.
"Lêpirsîn bi zirar gihandine xelkê Siweydayê re"
Serokê Sûriyeyê tekez kir, dewlet dê li hemberî kesên ku zirar gihandine xelkê Siweydayê bêdeng nemîne û got: "Her kesê ku ji hedê xwe derbas bûye dê were cezakirin. Xizmên me yên Durzî di bin parastina dewlet û qanûnê de ne." Herwiha got jî, vegera li diyalog û rêkûpêkiyê di çarçoveya niştimanî de yekane rêya derbaskirina qeyranan e.
"Sûriyeyeke Yekgirtî"
Di dawiya axaftina xwe de, Ehmed Şera bang li gelê Sûriyeyê kir ku li dora dewletê bicivin û mil bi mil ji bo jinûve avakirina welatê xwe bixebitin. Herwiha got: "Tiştê ku îro bi serê welatê me tê, beşek ji planeke derve ye ku yekîtî û paşeroja me dike armanc."
Şera destnîşan kir jî, bûyerên Siweydayê ezmûneke nû ji bo yekîtiya Sûriyan bû û biryara herî rast parastina xwîna Sûriyan û pûçkirina planên wan kesan e ku dixwazin welat perçe bikin û bikin qada hesabên herêmî û navdewletî.