Encûmena Wezîran a Iraqê derbarê mûçeyên Herêmê de dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê biryar e îro 17ê Tîrmehê bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, civîneke awarte li dar bixe. Li gorî agahiyan jî, rojeva sereke ya civînê gotûbêjkirin û çareserkirina pirsa mûçeyên karmend û mûçexwerên Herêma Kurdistanê ye û tê payîn ku biryara fînansekirina Herêmê were dayîn.

Hewlêr û Bexda: Lihevkirina destpêkê hate kirin

Ev civîna Bexdayê piştî wê yekê tê ku duh Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya bû. 

Di civînê de, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û rêça danûstandinên bi hikûmeta federal re yên derbarê mûçe û şayisteyên darayî yên Herêmê hatibûn nirxandin.

Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr hûrgiliyên wê "lihevkirina hevpar" a ku li Bexdayê ji bo dabînkirina şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û pabendiyên Herêmê hatibû kirin, pêşkêş kirin.

Pêşewa Hewramanî: Weke destpêk mûçeyên çend mehan tên şandin

Derbarê lihevkirinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duh ragihand: "Lihevkirineke hevpar di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de derbarê dahatên neneftî û neftê de çêbûye."

Hewramanî da zanîn, weke gava yekem, hikûmeta federal dê mûçeyê çend mehên borî yên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne û got: "Ev lihevkirin weke rêkeftineke destpêkê ye. Piştî vê yekê, dê her du hikûmet derbasî qonaxa rêkeftineke berfirehtir bibin."