Li bajarê Kûtê di şewata molekê de nêzîkî 50 kesan canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Wasitê ragihand, ji ber şewateke li moleke li bajarê Kûtê, nêzîkî 50 kesî bûne qurbanî.

Şewat, derengê şeva borî li Mola Haypermarket derket, ku navendeke mezin a bazirganiyê li naverasta bajarê Kûtê ye. Çavkaniyên ewlekarî û xwecihî yên parêzgehê piştrast kirin ku şewatê çend saetan berdewam kiriye û tîmên berevaniya sivîl heta saetên serê sibê hewla vemirandina agir dane.

Parêzgarê Wasitê Mihemed Meyahî îro 17ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got: "Em weke xelkê Kûtê û tevahiya parêzgeha Wasitê, ji ber şewata li Mola Haypermarket a Kûtê di şînê de ne. Me nêzîkî 50 kesên xwe, ji jin, mêr, zarok, keç û xortan jidest dan."

Hate ragihandin, ji bo bîranîna qurbaniyên karesata şewatê, li seranserê parêzgehê ji bo dema sê rojan şîna giştî hatiye ragiahndin.

Meyahî soz da malbat û kesûkarên qurbaniyan û tekez kir: "Lêpirsîn dê ligel her kesê ku rasterast an nerasterast di vê bûyerê de berpirsiyar be, were kirin û çavpêşî li ti kesî nayê kirin." 

Herwiha destnîşan kir, "di nava 48 saetan de dê encamên destpêkê yên lêkolînan ji raya giştî re werin eşkerekirin."

Parêzgarê Wasitê di dawiya axaftina xwe de got: "Me gilînameyeke yasayî li dijî xwediyê avahiyê, xwediyê molê û hemû kesên ku pêwendiya wan bi vê mijarê re heye tomar kiriye."