Mesrûr Barzanî ji bo Kûtê: Deriyên Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê vekirî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyameke sersaxiyê de ji bo qurbaniyên karesata şewata li bajarê Kûtê, hevxemiya xwe ya kûr nîşan da û amadehiya Herêmê ji bo pêşkêşkirina her cure alîkariyê ragihand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 17ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got: "Ez gelekî xemgîn bûm bi bihîstina karesata şewata li bajarê Kûtê. Ez sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên qurbaniyan dikim û ji bo birîndaran jî hêviya şifaya lezgîn dixwazim."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyê anî ziman û tekez kir: "Weke her carê, deriyên Herêma Kurdistanê ji bo hemû qurbaniyan vekirî ne. Wezareta Tenduristiyê ya Herêmê û hemû sazî û dezgehên me ji bo dermankirina birîndaran û pêşkêşkirina her cure alîkariyeke pêwîst amade ne."

Şewata bajarê Kûtê 

Şeva borî li Mola Haypermarket a li naverasta bajarê Kûtê şewateke mezin derketibû. Li gorî daxuyaniya Parêzgarê Wasitê Mihemed Meyahî, di encama vê karesatê de nêzîkî 50 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Çavkaniyên ewlekarî û xwecihî yên parêzgehê ragihandin ku şewatê çend saetan berdewam kiriye û tîmên berevaniya sivîl ji bo vemirandina wê hewldaneke mezin dane.