Fraksiyona PDK'ê daxwaza civîneke awerte ya Parlamentoya Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê, daxwaza lidarxistina civîneke awerte ya parlamentoyê dike ji bo gotûbêjkirina êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê. Fraksiyon tekez dike ku ev êrîş serwerî, asayîş û aramiya Iraqê têk didin.
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, îro 17ê Tîrmehê daxuyaniyek derbarê êrîşên bi dronan ên li ser kêlgehên petrolê û binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê belav kir.
Di daxuyaniya Fraksiyona PDKê de hatiye: "Di çarçoveya zextên aborî yên nerewa de yên li ser Herêma Kurdistanê, di çend rojên borî de, bi rêya dronên bombekirî, hejmarek êrîşên terorîstî hatine kirin ser hejmarek saziyên girîng li Herêma Kurdistanê, di nav wan de jî binesaziya aborî, parzûngehên petrolê, çavkaniyên enerjiyê."
Fraksiyona PDKê daxwaza lidarxistina civîneke awerte ya Parlamentoya Iraqê dike "ji bo gotûbêjkirina van pêşhatên metirsîdar û çavdêrîkirina rêkarên hikûmetê yên derbarê vê mijarê de", ev jî bi mebesta "bihêzkirina rola desthilata yasadanînê di parastina welat û welatiyan de."
Di heman demê de Fraksiyona PDKê behsa wê yekê jî kiriye: "Ji ber berpirsiyariya me ya niştimanî, em daxwazê ji hikûmeta federal dikin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî di parastina asayîş û aramiya welat de hilgire û pêngavên cidî ji bo rawestandina êrîşan bavêje; herwiha êrîşkaran eşkere bike û wan rûbirûyî yasayê bike."
Fraksiyonê êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê weke "pêşhateke metirsîdar ji bo serweriya Iraqê û ewlehî û aramiya wê" bi nav dike û tekez kiriye ku êrîş zirareke mezin digihînin damara aboriya Iraqê.
Derbarê kesên ku li pişt êrîşan in jî, fraksiyonê behsa wê yekê kiriye: "Gelek bi zelalî diyar e, ew kesên li pişt êrîşan in, bi ti rengekî ne niştimanperwer in, belkî ji bo cîbicîkirina ajandayên ku xizmeta berjewendiyên wan ên teng dikin li ser hesabê gelê Iraqê û yekrêziya wî kar dikin."
Ji destpêka vê mehê ve, rojane êrîşên bi dronan li dijî firokexane û kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê tên kirin. Her çiqas Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo lêkolînê komîteyek pêk anîbe jî, lê heta niha di derbarê arastekirina dronan de, ne kes hatiye girtin û ne jî kes hatiye cezakirin.