Piştî Siwedayê, metirsî û nêrînên cuda li Rojavayê Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bûyerên tund ên li parêzgeha Siweydayê û herêmên peravê yên Sûriyeyê, metirsî zêde dibin ku heman senaryo li Rojavayê Kurdistanê jî dubare bibe. Li hemberî van pêşhatên metirsîdar, di navbera aliyên siyasî û rewşenbîrên Kurd de nêrînên cuda derdikevin holê; hinek amadekariya bersiveke leşkerî dikin, hinekên din jî rûdaneke rasterast dûr dibînin.
Piştî tundiya ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê li hemberî pêkhateya Durzî nîşan dan, metirsiyek heye ku hikûmeta Şamê heman zext û êrîşan bîne ser herêmên Rêveberiya Xweser. Ev tirs di demekê de ye ku têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî de aloz in û hin siyasetvanên ser bi Şamê ve amaje bi wê yekê dikin ku "piştî Siweydayê dor hatiye ser Kurdan."
Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê, Telal Mehemed, derbarê vê yekê de dibêje ku ew bi niyeta hikûmeta Şamê ya ferzkirina "îdeolojiya Beisî" dizanin. Lêbelê, ew tekez dike ku deriyê diyalogê nehatiye girtin.
Telal Mehemed got: "Ev desthilatdariya ku nû hatiye Şamê, bi heman çanda Partiya Beis e, lê bi rengekî din ku dixwaze bi awayekî îdolojîk kar bike. Şêwazê ku ew pê kar dikin, ew dixwazim bi agir û hesin destê xwe deyne ser hemû herêmên Sûriyeyê, anku ne bi rêya diyalogê re. Lê dema ku biryara wan ew be ku bi rengekî leşkerî werin, hêza me heye, miletê me heye, em ê jî parastina herêmên xwe û parastina miletê xwe bikin."
Berevajî vê nêrînê, nivîskar û helbestvan Ebdulsemed Mehmûd, egera rûdaneke leşkerî "dûr" dibîne. Li gorî wî, rewşa Kurdan ji ya Durziyan cuda ye û sedemên wê jî wiha rêz dike:
"Ev tişt dûr e û ez wê yekê gelekî dûr dibînim... çimkî berî her tiştî pirsgirêka Kurdan û ya kesên din ên Sûriyeyê û ya Durziyan ne yek e. Herwiha danûstandinên di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de berdewam e.”
Ev yek di demekê de tên ku komkujiyên li Sûriyeyê, tirs û nîgeraniyê di nava hemû pêkhateyan de, di nav de jî Kurdan, çêdike. Lewma piraniya aliyan banga sîstemeke ne-navendî dikin û dixwazin bi rêya diyalogeke niştimanî bigihîjin çareseriyeke siyasî ku maf û daxwazên hemû pêkhateyan tê de parastî bin.