Amerîkayê rê da dîplomatkarên xwe ku vegerin Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (În, 18ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, wê rê daye dîplomatkarên xwe ku vegerin Iraqê, piştî ku berî nêzîkî mehekê bi êrîşên xwe yên leşkerî yên li ser Îranê re ji Iraqê derkeftibûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê sedema vê biryarê ron nekiriye lê bi gelemperî pêngaveke wisa nîşan dide ku, Amerîka bawer dike ku xeteriyên pevçûnê kêm bûne.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce ji rojnamevanan re ragihand, "Karmendên li derveyî Iraqê dê bi awayekî demkî dest bi vegeriyanê ji bo Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê û Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê bikin."

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwesa got, "Em hîn jî xelkê Amerîkayê haydar dikin ku geştan ji bo Iraqê nekin.”

Amerîkayê li roja 22ê Hezîrana 2025ê ferman da karmendên xwe yên li Iraqê ku, ji wî welatî derbikevin. Ev biryar jî piştî wê yekê hat ku, Amerîkayê êrîşeke asmanî kir ser her sê dezgehên atomî yên Îranê.

Biryara vegerandina wan dîplomatkaran piştî hejmareke êrîşên bi dronan hat dan, ku zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kirine armanc. Herwesa di dema çend heftiyên borî de dever rastî hejmareke êrîşên bi dronan hatiye lê heta niha ti rêxistinekê berpirsiyariya xwe diyar nekiriye.

Tammy Bruce herwesa ragihand, "Erkê Hikûmeta Iraqê ye ku, axa xwe û hemî welatiyên xwe bêyî cudahî biparêze."