Balyozê Îranê li Moskoyê: Peymannameya stratejîk a Îran û Rûsyayê tê bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Îranê li Rûsyayê Kazim Celalî ji Ajansa Sputnikê re ragihand, “Peymannameya hevpariya stratejîk a tevgir di navbera Rûsya û Îranê de derbazî qonaxa bicihanînê bû.”
Celalî amaje da ku bicihanîna wê peymannameyê hatiye destpêkirin û got, “Îranê ji Rûsyayê re gotiye ku wan hemî rêkarên xwe li Îranê ji bo bicihanîna wê peymannameyê temam kirine.”
Navbirî herwesa got, "Ew peymanname ji aliyê Parlementoya Rûsyayê û Vladimir Putin ve hatiye îmzekirin û ji aliyê Parlementoya Îranê jî ve hatiye pejirandin, zêdebarî wê yekê ku Encûmena Çaksaziya Destûrî jî li ser wê razî bûye."
Balyozê Îranê li Rûsyayê ragihand, “Serokê Îranê peymannameya xwe wek qanûn derxistiye, lewma ew peymanname ji niha û pêde li her du welatan jî formeke qanûnî wedigire.”
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li roja 17ê Çileya borî li Moskoyê ew peymanname îmze kir, Putin li roja 12ê Nîsana borî pejirandina wê peymannameyê jî îmze kir.