Tom Barrack: Sûriye û Îsraîlê li ser agirbestê lihev kirin

Navenda Nûçeyan (K24) –Nûnerê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand, Sûriye û Îsraîl piştî hefteyeke tijî alozî, bi piştgiriya navneteweyî li ser agirbestekê li hev kirine. 

Nûnerê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack îro 19ê Tîrmehê, li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" peyameke belav kir û tê de agirbesteke di navbera Sûriye û Îsraîlê de eşkere kir.

Tom Barrack di peyama xwe de da zanîn, "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, bi piştgiriya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, li ser agirbestekê li hev kirine ku Tirkiye, Urdin û cîranên wan jî pêşwazî lê kirine. "

Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî, Nûnerê Amerîkayê got jî: "Em bang li Durzî, Bedo û Suniyan dikin ku çekên xwe deynin û bi hev re ligel kêmaniyên din nasnameyeke nû û yekgirtî ya Sûriyeyê ava bikin. Em daxwazê ji hemû Sûriyan dikin ku rêzê li hev bigirin û bi cîranên xwe re di nav aştî û bextewariyê de bijîn."

Ev peymana agirbestê di demekê de tê, parêzgeha Siweydayê bûye qada şerekî dijwar. Ji roja Yekşemê, 13ê Tîrmehê ve, pevçûnên giran di navbera hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê û eşîrên Bedo ji aliyekî ve û komên çekdar ên Durzî yên herêmî ji aliyê din ve derketine.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî, di encama şer û pevçûnan zêdeyî 250 kes hatine kuştin. 

 
 
Fly Erbil Advertisment