Şam: Agirbesteke berfireh li seranserê welêt hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Komara Sûriyeyê, bi daxuyaniyeke agirbesteke berfireh û demildest li seranserê welêt ragihand. Diyar kir jî, armanca jê, parastina jiyana welatiyan, rawestandina rijandina xwînê û misogerkirina aramiya welêt e.
Serokatiya Komara Sûriyeyê îro 19ê Tîrmehê di daxuyaniyê de, tekez kir, "Ji ber rewşa hestiyar a ku welat tê re derbas dibe, ji bo parastina xwîna Sûriyan, parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û silametî û ewlehiya gelê wê, û herwiha weke bersivek ji bo berpirsiyariya niştimanî û mirovî, Serokatiya Komara Sûriyeyê agirbesteke berfireh û demildest radigihîne."
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Serokatî bang li hemû aliyan dike ku rê li ber dewleta Sûriyeyê, sazî û hêzên wê vekin, da ku vê agirbestê bi berpirsiyarî pêk bînin, bi awayekî ku mayîndekirina aramiyê û rawestandina rijandina xwînê misoger bike."
Serokatî daxwazê ji hemû aliyan dike ku bi temamî pabendî vê biryarê bibin, demildest hemû karên şer û pevçûnan li hemû herêman rawestînin, parastina sivîlan misoger bikin û gihandina alîkariyên mirovî bêyî ti astengî dabîn bikin.
Da zanîn jî, "Di vê çarçoveyê de, hêzên ewlekariyê li hejmarek herêman dest bi belavbûnê kirine, da ku pêkanîna agirbestê misoger bikin, nîzama giştî biparêzin, û parastina welatiyan û mal û milkên wan dabîn bikin, ku ev yek dê aramî û lihevkirinê xurtir bike."
Serokatî hişyariyê dide li hemberî her binpêkirineke vê biryarê, û ew ê weke binpêkirineke eşkere ya serweriya niştimanî were hejmartin û li gorî destûr û qanûnên di meriyetê de, rûbirûyî tedbîrên qanûnî yên pêwîst bibe.
Banga Rêbertiya Durzî: Em destê xwe dirêjî aştiyê dikin
Piştî ragihandina agirbestê, Rêbertiya Rûhanî ya Civaka Durzî ya Muwehîdûn jî daxuyaniyek belav kir û pêşwazî li hewldanên aştiyê kir.
Di daxuyaniya wan de wiha hat gotin: "Zarokên civaka Ma'rûfî (Durzî) ti carî ne bûn bangewazên dubendî û fitneyê, belê di dirêjahiya dîrokê de ji bo mirovahî û biratiyê weke çirayekê bûn. Çiya (Duriziyan her tim stargeh bû ji bo her kesê stemlêkirî û tirsiyayî."
Herwiha Rêbertiya Durzî banga xwe wiha nû kir: "Piştî van hemû xwînên pak ên ku li ser axa me rijiya, em îro banga xwe nû dikin ku em li mirovahiya xwe vegerin. Em destê xwe dirêj dikin ji bo bidawîkirina pevçûnên heyî û rawestandina agir. Em bang dikin ku em pabendî dengê aqil, hîkmet û mirovahiyê bibin, ne yê çek û tevliheviyê."
Agirbest piştî kuştina zêdeyî 700 kesî li Siweydayê
Ev agirbest piştî wê tê, parêzgeha Siweydayê bûye qada şerekî dijwar. Ji roja Yekşemê, 13ê Tîrmehê ve, pevçûnên giran di navbera hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê û eşîrên Bedo ji aliyekî ve û komên çekdar ên Durzî yên herêmî ji aliyê din ve derketine.
Li gorî amarên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî, di encama şer û pevçûnan zêdeyî 700 kesî hatine kuştin.