Nivîskar Îbrahîm Qasim xelata Mehmûdê Sebrî wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera duyemîn a koça dawî ya helbestvan û nivîskar Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn) de, nivîskar Îbrahîm Qasim di merasîmeke bi heybet de li Hesekê yekemîn Xelata Mehmûdê Sebrî wergirt. Merasîm ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê ve hatibû rêkxistin û tê de gelek kesayetên siyasî û rewşenbîrî amade bûn.
Bi serperiştiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya - Şaxê Hesekê û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd li Sûriyê, duh 18ê Tîrmehê li bajarê Hesekê merasîmeke bîranîn û xelatdayînê hate lidarxistin.
Hejmareke mezin ji kesayetiyên siyasî, rewşenbîr, endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê, nivîskar, helbestvan û nûnerên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Di destpêka merasîmê de, Evîn Şemdîn û Salih Xelef du helbestên Mehmûdê Sebrî pêşkêş kirin. Li pey wan, helbestvan Imranê Menteş jî helbestek diyarî giyanê nemir kir. Herwiha, keça Mehmûdê Sebrî, Dr. Şehnaz Sebrî, li ser navê malbatê axivî û behsa bîranînên xwe yên bi bavê xwe re kir.
Îbrahîm Qasim: Ev xelat ji Nobelê bihatir e
Di dawiya merasîmê de, Xelata Mehmûdê Sebrî diyarî nivîskar Îbrahîm Qasim hat kirin. Piştî wergirtina xelatê, Qasim li ser rêhevalê xwe yê nemir Mehmûdê Sebrî axivî û derbarê xelatê de wiha got:
"Îro di salvegera duyemîn a koça dawî ya nivîskar û helbestvanê Kurd nemir Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn) de, ez bi xelata yekemîn hatim xelatkirin. Min ev xelat bi şanazî û dilxweşiyeke mezin wergirt. Ev xelat li cem min ji Xelata Nobelê biha û bi nirxtir e."
Mehmûdê Sebrî (Evîndarê Xemgîn)
Nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûd Sebrî di 18ê Tîrmeha 2023an de di temenê 86 saliyê de li bajarê Hesekê koça dawî kiribû.
Mehmûd Sebrî di sala 1937an de li gundê Çetela Kîkan ê ser bi Dirbêsiyê ve jidayik bûbû. Ew weke Sernivîserê Kovara "Xunav", endamê Komîteya Amadekar a Mihrecana Helbesta Kurdî û endamê Komîteya Rexnegeriya Helbestan xizmeteke mezin ji wêje û zimanê Kurdî re kiribû. Di jiyana xwe de 10 dîwan û berhemên bi Kurdî çap kiribûn.